Li Navenda Kaşûnê ya Karacadagê berfa ewil ya salê ket
Şanlıurfa
Li Karacadagê ku 45 kîlometre ji Sêwrega navçeya Şanliurfayê dûr e, berfa ewil ya salê ket.
Li Herêma Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tekane navenda kaşûnê li Karacadagê ye ku îsal jî lûtkeya çiyayê raqima wğ 1919 e bi berfê sipî bû.
Li navendê qalindiya berfê gihişt 10 santîmetreyan her wiha rêya Navenda Kaşûnê ya Karacadagê jî hat girtin.
Ekîbên Şaredariya Mezin ya Şanliurfayê ji bo vekirina rêbejê xebat dan destpêkirin.
Li navenda bajêr jî dem demî baran dibare.