Tirkiye

Li Qersê şebekeya ava vexwarinê qeşa girt

Hüseyin Demirci  | 14.03.2025 - Rojanekırın : 14.03.2025
Li Qersê şebekeya ava vexwarinê qeşa girt

Kars

Li Sariqamîşa navçeya Qersê ji ber serma û seqemê şebekeya ava vexwarinê qeşa girt.

Li navçeya ku bi şev germahiya hewayê lê daket bi qasî 9 pileyan binê sifirê camên wesayitan qeşa girtin, li serbanan şembelîlk çêbûn.

Ji ber serma û seqemê şebekeya ava vexwarinê ya hinek xanî û kargehan qeşa girt. Ekîbên şaredariyê ava şor a germ berdan nava boriyan û hewl dan avê biherikînin.

Ji esnafan Cahît Gurbuz ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku şevê wan gelekî sar in û got, "Duhê şevê boriyên me yên ava vexwarinê qeşa girtin. Em jî digel ekîbên şaredariyê, ava şor a germ berdidin nava boriyan û hewl didin avê biherikînin.

Ji aliyekî din va ekîb berfa ku ji serbanan dirije kuçe û kolanan li qemyonan bar dikin û derdixin dervayê navçeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın