Li rojhilatê welêt piştî berfê hewa sar bû
Erzurum
Piştî navenda bajêr ya Erzirom û Tunceliyê û li cihên bilind ên Qers, Erdexan û Agiriyê jî berf barî, li herêmê hewa sartir bû.
Li Erziromê bi şev pileya hewayê daket bin sifirê 10 dereceyan, piştî berfê hewa sartir bû.
Li bajêr piştî hewaya sar cemed çêbû, bajar bi berf û cemedê nixumî.
Ekîbên şaredariyê li herêmên guncav ji bo paqijkirin û helîna berf û cemedê xebatan didomînin.
Ji aliyê din ve bi şev pileya hewayê ya sartirîn 17 derece di bin sifirê de li Çata navçeya Erziromê hat pîvan.
Li Tuncelî, Erdexan, Qers û Agiriyê jî piştî ku berf barî hewa sar bû. Li her çar bajaran jî pileya hewayê di bin sifirê da di navbera 4 û 7 pileyan da hat pîvan.
Lûtkeyên çiyayên li herêmê bi berfê nixumîn.
Bi sarbûna hewayê ra camên erebeyan jî cemed girt.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.