Rize
Li Hemşîna navçeya Rîzeyê saet 12.02yan bi mezinahiya 4,7ê erdhejek hat tomarkirin.
Li gorî agahiya li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acil Afatê (AFAD) hejîn bi qasî 12,85 kîlometroyan di binê erdê da çêbû.
Şaredarê Hemşînê Halim Kazim Bekar ji nûçegihanê AAyê ra got, "Erdhejeke mezin çêbû. Em lêkolînê dikin ka rewşeke neyênî heye yan na. Heta niha xebereke neyênî negihiştiye me."
Waliyê Rîzeyê Îhsan Selîm Baydaş jî di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê medyaya civakî da got, "Li gorî daneyên Serokatiya AFADê, bi pîvana 4,7ê, navend navçeya Hemşîna parêzgeha me, erdhejek çêbû. Heta niha rewşeke neyênî nîne. Teftîşên me yên qadê didomin. Derbasî be."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.