Li Rûmqeleya mirwariya Feratê yekîneyên siwarî dest bi peywirê kir

Gaziantep
Li Rûmqeleya mirwariya Feratê ya ku di dîrokê da bûye dergûşa gelek şaristaniyan, yekîneyên siwarî yên cendirmeyan dest bi peywirê kir. Yekîne her wiha gelekî bala turîstên xwemalî û biyanî dikişînin.
Yekîneyên siwarî yên girêdayî Fermandariya Giştî ya Cendirmeyê, li Rûmqeleya dîrokî ya ku di nav sînorên navçeya Yavuzeliyê da dimîne û li keviya Çemê Feratê ye, dest bi peywirê kir.
Yekîneyên siwarî ji turîstên xwemalî û biyanî yên ku bi destpêbûna sezûna turîzmê va qelebalix bûn, eleqeyeke germ dibînin.
Hasan Trabzon di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku ew ji Balikesirê hat û wiha got, "Wekî gelê Tirk ji mêj va ye hesp ji bo me gelekî giring in. Li vir dîtina wan em serfiraz kirin."
Gizem Cessura ji Îzmirê hatiye jî diyar kir ku gelekî kêfa wê bi Rûmqeleyê ra çû û hebûna hespan li wir jî ji bo wê cihê kêfxweşiyê ye.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.