Tirkiye

Li Samsunê di hezaza li rexê cihê şûştina wesayîtan da bav û 2 keç mirin

İlyas Gün, Fatih Mehmet Kürkçü  | 28.04.2025 - Rojanekırın : 28.04.2025
Li Samsunê di hezaza li rexê cihê şûştina wesayîtan da bav û 2 keç mirin

Samsun

Li Canîka navçeya Samsunê hezaz çêbû, li cihê şûştina wesayîtan a li rexê îstasyona sotemeniyê bav û 2 keçên wî yên ku kevir û ax bi ser wan da hat, mirin.

Hat ragihandin ku li parqa şûştina wesayîtan ya li rexê navendeke danûsitandinê ya li ser rêbejaya Samsum-Orduyê di derdora saet 23.00yan da hezaz çêbû û kevir tot bûn.

Li ser agahdarkirinê ekîbên AFAD, îtfaiye, polês û tenduristiyê bo cihê bûyerê hatin veguhestin.

Malbata ku ji 4 kesan pêk tê, di binê hezazê da ma. Çigdem Kayaya dayik a 31 salî bi birîndarî hat xilaskirin. Ekîb gihîştin Adem Kayayê bav (35) û keçên wî Ayla Kaya (7) û Açelya Lina Kayayê (5). Hat ragihandin, bav û herdu keçên ji bin axê hatin derxistin, mirin.

Çigdem Kayaya dayik a ku lingê wê şikest, li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Samsunê hat emeliyetkirin û tedawiya wê dewam dike.

Waliyê Samsunê Orhan Tavli diyar kir ku malbatekê gava wesayîta xwe dişûşt, hezaz çêbû.

Walî Tavli bal kişand ku malbat ji 4 kesan pêk tê û wiha dewam kir, "Me dayika xwe gihand nexweşxaneyê. Lingê wê şikestiye û niha di emeliyetê da ye. Me bav û herdu zarokên wî jî ji bin kavilê derxistin û sewqî nexweşxaneyê kirin. Li gorî agahiya me ji nexweşxaneyê wergirt, mixabin me bav û herdu ewladên wî mirin."

Tavli got ku di binê kavilê da kesekî din tuneye.

- Rêya Artvîn-Erdexanê ku ji ber hezazê hatibû girtin, şirîdeke wê hat vekirin

Rêya Artvîn-Erdexanê ku ji ber hezazê hatibû girtin, şirîdeke wê hat vekirin û veguhestin bi awayekî kontrolkirî tê kirin.

Li herêmê duh danê êvarê li ser rêbejayê di kîlometreya 31em da ji palê ax şiqitî, zinar tot bûn û ketin ser rê.

Li herêmê ji ber hezazê rê ji herdu aliyan va jî hat girtin.

Piştî xebata ekîban, rê ji şirîdekî ra bi awayekî kontrolkirî ji trafîqê ra hat vekirin.

Li herêmê xebatên ekîban dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın