Li Şanliurfayê di şerê çekdarî da 3 kes hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn
Şanlıurfa
Li Siwêrega navçeya Şanliurfayê eqrebayan bi çekan şer kir û di şer da 3 kes hatin kuştin, 4 kes jî birîndar bûn.
Li Taxa Bayirozuyê ya gundewar du komên eqreba ji ber sedemeke ku hê ne diyar e, bezîn hev û bi çekan şer kirin.
Di şer da Ferhat A, Leyla O, Fatîh D, Kenan A, Muzaffer A, Turan A. û Ahmet A. birîndar bûn.
Li ser êxbara kesên derdorê, cendirme û ekîbên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê kirin.
Ji birîndarên ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê Muzaffer A, Turan A. û Ahmet A. xelas nebûn û mirin.
Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê û nexweşxaneyê tevdîrên ewlehiyê hildan, ji bo girtina kesên ku şer kirine, xebat dan destpêkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.