Tirkiye

Li Şanliurfayê vê demsalê 2 milyon û 200 hezar ton genim hat çinîn

Rauf Maltaş  | 23.07.2024 - Rojanekırın : 23.07.2024
Li Şanliurfayê vê demsalê 2 milyon û 200 hezar ton genim hat çinîn Şanlıurfa'da bu sezon 2 milyon 200 bin ton buğday yetiştirildi

Şanlıurfa

 Hat ragihandin ku îsal li Şanliurfayê di 20 hezar hektar erd da 2 milyon û 200 hezar ton genim hat bidestxistin.

Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, Walî Hasan Şildak bi heyeta pê ra serdana Rêveberiya Giştî ya Berhemên Axê kir.

Şildak li buroya ku kirîna genim lê dewam dike bi hilberîner û xebatkarên saziyê ra hat cem hev û der barê rekolte û xebatan da agahî girtin.

Walî Şildak li qalîte, qalib, ton û qadên depokirinê venêhirî.

Şildak diyar kir ku Şanliurfa navendeke giring a çandiniyê ye û wiha got:

“Li Tirkiyeyê ji sedî 8ê hilberîna genim li Şanliurfayê ye. Erdên Şanliurfayê di warê hilberînê de qadeke berhemdar e. Bi taybetî di demsala dexlê da hilberînerên me berhemên xwe tînin Ofîsa Berhemên Axê û tevkariyê li aboriya welêt dikin. Îsal li Şanliurfayê ji 20 hezar hektar erd, me 2 milyon û 200 hezar ton genim bidest xist. Di serdana xwe da dîsa em bi hilberîneran ra civiyan û me guh da daxwazên wan. Ez hêvî dikim ku demsal ji bo hemû hilberînerên me bi fêde be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın