Li Şanliurfayê avahiya 17 qatî ya ku di erdhejan da bi giranî xisar dîtibû bi awayekî bi kontrol hat rûxandin
![Li Şanliurfayê avahiya 17 qatî ya ku di erdhejan da bi giranî xisar dîtibû bi awayekî bi kontrol hat rûxandin](https://cdnuploads.aa.com.tr/uploads/Contents/2024/07/19/thumbs_b_c_20fe087c46d25b97563944a6733909bc.jpg?v=091433)
Şanlıurfa
Li Sêwerega navçeya Şanliurfayê avahiyeke 17 qatî ya ku di erdhejên 6ê sibatê da bi giranî xisar dîtibû bi awayekî bi kontrol hat rûxandin.
Piştî karesatê li tevahiya bajêr xebatên rûxandina avahiyên ku gelek zirar dîtine didomin.
Di vê çarçoveyê da ekîban li navçeya Siwêregê, li derdora avahiya 17 qatî ya li Taxa Ayvanatê ku di erdhejan da zirareke mezin dîtibû, tedbîr girtin.
Di encama xebatên ku bi amûrên înşaetê hatin kirin da avahî bi awayekî kontrolkirî hat rûxandin.