Li ser guzergeha rêbejaya Wan-Hekariyê Tunela Guzeldereyê vebû
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu: "Bi tunela me va mesafe dê kîlometreyekî kurt bibe. Guzergeha ku ji ber 32 çivan di 40 deqîqeyan da dihat borandin, dê bi saya serê tunela me dakeve 6 deqîqeyan"
Van
Wezîrê Veguhestin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu ragihand, tûpa ber bi Wan-Hekariyê ya Tunela Guzeldereyê ya 3 hezar û 150 metreyî dirêj, îro dikeve xizmetê.
Uraloglu der barê rewşa dawîn a li Tunela Guzeldereyê da ya xebatên wê yên ber bi aliyê Wan-Hekariyê didomin, daxuyaniya nivîskî belav kir.
Uraloglu destnîşan kir ku rêya dewletê ya wekî eksê bakur-başûr di navbera Wan û Hekariyê da dirêj dibe, digihîje deriyên sînor ên diçin Îran û Iraqê yên wekî Esendere, Derecîk Umurlu û Uzumluyê û wiha got:
"Ji bo zexmkirina tora veguhestina herêmê, em hêla Guzelsu-Başkaleyê ya 61 kîlometreyî derdixin standardên rêya cudakirî. Di van xebatan da me 38 kîlometreyên rê kuta kirin. Her wiha tûpa ber bi Wan-Hekariyê ya Tunela Guzeldereyê ya 3 hezar û 150 metreyî dirêj, em ê sibê ji xizmetê ra vekin."
Uraloglu her wiha destnîşan kir ku di guzergeha tunelê ya ber bi aliyê Hekarî-Wanê da jî xebat bênavber didomin û hedefa wan jî ew e ku van xebatan di 2025an da kuta bikin.
Uraloglu diyar kir ku bi Tunela Guzeldereyê êdî rêya ku wekî "32 çiv" tê zanîn dê êdî neyê emilandin ku nexasim zivistanê çûn û hatina wê pir bi zehmetî bû û wiha dewam kir:
"Bi tunela me va mesafe dê kîlometreyekî kurt bibe. Guzergeha ku ji ber 32 çivan di 40 deqîqeyan da dihat borandin, dê bi saya serê tunela me dakeve 6 deqîqeyan. Bi saya serê projeyê va 72,2 milyon lîre ji demê, 73,5 milyon lîre ji sotemeniyê bi tevahî salane 145,7 milyon lîre teseruf dê pêk were. Her wiha derxistina karbonê jî 4 hezar û 549 ton dê kêm bibe."