Tirkiye

Li ser sînorê Iraqê 4 terorîstên amadekarî dikirin bi paramotorê çalakiyê bikin hatin berterefkirin

Mehmet Tosun  | 18.08.2024 - Rojanekırın : 19.08.2024
Li ser sînorê Iraqê 4 terorîstên amadekarî dikirin bi paramotorê çalakiyê bikin hatin berterefkirin

Ankara

Wezîrê Karên Navxweyî Ali Yerlikaya eşkere kir, 4 terorîstên li tanga Çiyayê Dugunê yê li Uludereya navçeya Şirnexê ji aliyê Iraqê va sînorê Tirkiyeyê îxlal kirin û amadekariya çalakiyê dikirin, hatin berterefkirin.

Wezîr Yerlikaya di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî da bal kişand ku têkoşîna dijî terorîstan bênavber dewam dike.

Yerlikaya destnîşan kir ku ji hêla "AKINCI TÎHA"yê ya Fermandariya Hêzên Bejayî hat tesbîtkirin ku li tanga Çiyayê Dugunê 2 wesayîtên asîmanî ji aliyê Iraqê va sînorê Tirkiyeyê îxlal kirin. Yerlikaya diyar kir, terorîstên sînor îxlal kirin bi SÎHA, J-ÎHA û Helîkopterên Tearûzê yên Cendirme ATAKê hedef hatin girtin.

Wezîr Yerlikaya diyar kir, bi beşdariya helîkopterên tearûzê yên ATAKê, tîmên Cendirme Komando, METÎ û JOHê bo herêmê hatin sewqkirin û di encama pevçûnê da 4 terorîstên mensûbên rêxistina terorê ya cudaxwaz tevî çekên xwe hatin berterefkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.