Li Şirnexê guldexwînên ku biharê vedikin bi barîna berfê tebîetê rengîn kirin

Şırnak
Li Uludereya navçeya Şirnexê dîmenên di nav berfê da yên guldexwînên endemîk ên ku biharê vedikin hat kişandin.
Guldexwînên ku li Çiyayên Tanînê yên li navçeyê bi awayekî tebiî çêdibin û di nav gel da wekî "bûka digirî" û "kulîlka hiznê" tê zanîn bi hatina biharê ra vekir.
Bi sarbûna hewayê ra li herêmê berf hat û guldexwîn bi berfê spî xemilîn.
Hezkiriyên wêneyan û tebîetê yên ji Kocaeliyê hatin ji bo ku di cî da guldexwînan bibînin li qada çiyayî meşa tebîetê kirin.
Guldexwînên ku di bin berfê da man dîmenêm bêhempa derxistin holê û dîmenên wekî qertpostana derketin holê.
Alper Yildizê hezkiriyê tebîetê yê ku ji Kocaeliyê hat got ji ber ku li Çiyayên Tanînê yên Uludereyê guldexwînên di bin berfê da dîtin gelekî kêfxweş in.
Yildiz diyar kir ku li aliyekî zivistan li aliyê din bihar heye û got ku "Ez li gelek cihên Tirkiyeyê geriyam, nebatên endemîk ên li vir gelekî balkêş in, gelekî cuda ne. Min berê niha qet nedîtibûn. Ev 50 sal e min tiştekî wiha nedîtibû."
Karsaz û tebîethez Bîrol Ozdemîr jî got ku ji bo dîtina guldexwînan derket Çiyayê Tanînê û bi hatina berfê ra xweşikahiya guldexwînan zêdetir bûye.