Li Stenbolê bi mezinahiya 6,2yan erd hejiya

Ankara
Li Stenbolê di saet 12.49an da bi mezinahiya 6,2yan erd hejiya.
Li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat ragihandin ku di saet 12.49an da navend Behra Marmarayê, Silîvriya navçeya Stenbolê bi mezinahiya 6,2yan erd hejiya.
Erdheja ku ji bilî Stenbolê li bajarên der û dorê jî hat hîskirin, 6,92 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Wezîrê Karên Navxweyî Yerlîkaya:"(Erdheja li Stenbolê) Hemû ekîbên AFADê û saziyên me yên eleqedar der barê erdheja ku li bajarên derdorê jî hat hîskirin da li qadê lêkolînê dikin"
AAD: Piştî erdhejê nekevin avahiyên xisar dîtine. Ji avahiyên talûkeya wan heye dûr bisekinin. Ji ser SMS û înternetê bi hev ra pêwendî daynin.
Li Stenbolê bi mezinahiya 4,4an erdhej çêbû
Li Stenbolê di saet 12.51an da bi mezinahiya 4,4an erd hejiya.
Li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat ragihandin ku navend Behra Marmarayê li peravên Buyukçekmeceyê bi mezinahiya 4,4an erd hejiya.
Erdheja ku ji bilî Stenbolê li bajarên der û dorê jî hat hîskirin, 7 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Serokomar Erdogan: "(Erdhejên li Stenbolê) Ji welatiyên me ra derbasî be, em geşedanan ji nêz va dişopînin"
Li Stenbolê bi mezinahiya 4,9an erdhej çêbû
Li Stenbolê di saet 13.02yan da bi mezinahiya 4,9an erd hejiya.
Li gor daxuyaniya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) navend li Behra Marmarayê peravên Buyukçekmeceya navçeya Stenbolê bi mezinahiya 4,9an erdhej çêbû.
Li gor agahiyan erdhej 7,02 kîlometre di bin erdê behrê da çêbûye.
Wezîrê Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê Kurum ji bo ku der barê erdhejê da lêkolînan bike, çû Stenbolê.
Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Uraloglu: "(Erdheja li Stenbolê) Gorî agahiyên ewil di rêbej, balafirgeh, trên û metroyan da xisar û rewşeke neyênî tuneye."
Serokomar Erdogan ji wezîrên Karên Navxweyî, Tenduristî û Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê, Waliyê Stenbolê û Serokê AFADê der barê erdhejên li Stenbolê da agahî hilda.
Walîtiya Stenbolê: Heya niha tu îxbareke xisarê nehatiye ber destê me û ekîbên me lêkolînên li qadê didomînin.
AFAD: (Erdhejên li Stenbolê) Gorî Plana Midaxeleya Afatê ya Tirkiyeyê hemû saziyên me yên têkildar amade ne û ekîbên me lêkolînên li qadê didomînin.
Wezareta Tenduristiyê: (Erdhejên li Stenbolê) Heya niha tu kesî têlefonî Navenda Banga Acîl a 112ê nekiriye û ji nexweşxaneyên me ra jî agahiyeke neyînî neçûye.
Serokomar Erdogan der barê erdhejên li Stenbolê da daxuyanî da
"Ji welatiyên me ra derbasî be, em geşedanan ji nêz va dişopînin"
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê erdhejên li Stenbolê da wiha got: "Ji welatiyên me ra derbasî be, em geşedanan ji nêz va dişopînin."
Bi minasebeta 23yê Nîsanê Cejna Zarokan û Serweriya Neteweyî li Kuliyeya Serokomariyê bernameyek hat lidarxistin.
Serokomar Erdogan di vê bernameyê da dema ku Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn û zarokên li gel wî qebûl kir, der barê erdhejên ku li Stenbolê li pey hev qewimîn da agahî hilda.
Erdogan ji rayedarên li dora xwe agahî hilda û ji endamên çapemeniyê yên ku bername dişopandin ra wiha got: "Ji welatiyên me ra derbasî be, em geşedanan ji nêz va dişopînin."
Li Stenbolê di nava saetekê da 8 caran erd hejiya
Li gor daxuyaniya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat weşandin, piştî erdheja bi mezinahiya 3,9an ku di saet 12.19an da çêbû, 7 caran erd hejiya.
Erdheja herî biçûk li peravên Buyukçekmeceyê bi mezinahiya 3,4an û ya herî mezin jî li peravên Silîvriyê bi mezinahiya 6,2yan çêbû.
Piştî erdheja di saet 12.19an da ya bi mezinahiya 3,9an, di saet 12.49an da bi mezinahiya 6,2yan, di saet 12.51ê da bi mezinahiya 5,9an û 4,4an, di saet 13.01ê da bi mezinahiya 4,8an, di saet 13.02yan da bi mezinahiya 4,5 û 4,9an û di saet 13.07an da jî bi mezinahiya 3,4an erd hejiya.
Serokê TBMMyê Kurtulmuş: "Erdheja li Stenbolê ya ku tê payîn, li ber derî ye. Divê saziyên me, gelê me, em hemû amade bin û vê erdheja muhtemel bi zirareke kêm derbas bikin"
Kurtulmuş: "Li vê erdnîgariyê meşrûiyeta tu ferasetekê ku terorê weke amûr dibîne, nemaye. Ji bo beqaya me ya neteweyî pêwîstiyeke jiyanî ye ku rêxistin dev ji tundiyê berdin"
AFAD: Gorî agahiyên ku ji Navenda Banga Acîl a 112ê ra hatine, heya niha îxbareke ji bo zirara can û mal nehatiye kirin.
Wezîrê Spor û Ciwaniyê Osman Aşkin Bak ragihand ku piştî erdhejên li Stenbolê di wargehên li bajêr da tu pirsgirêk çênebûye.
Walîtiya Stenbolê: "Li tevahiya bajêr tu avahiyên ku welatî tê da dijîn hilneweşiyane. Xebatên qadê yên saziyên ku bi mijarê ra eleqedar in, dewam dikin."
Li AFADê navenda qeyranê hat avakirin
Piştî erdheja li Stenbolê bi serokatiya Walî Davut Gul li navenda AFADê maseya qeyranê hat avakirin.
Li Stenbolê navend Behra Marmarayê, li peravên Silîvriyê bi mezinahiya 6,2yan erd hejiya ku piştî erdhejê li AFADê maseya qeyranê ya ku ji Walî Gul, rayedarên saziyên kamuyê û pisporan pêk tê, hat avakirin.
Li Stenbolê bi mezinahiya 4,9an erdhej çêbû
Li Stenbolê di saet 15.12yan da bi mezinahiya 4,9an erd hejiya.
Li ser malpera înternetê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat ragihandin ku navend Behra Marmarayê li peravên Buyukçekmeceya navçeya Stenbolê bi mezinahiya 4,9an erd hejiya.
Erdheja ku ji bilî Stenbolê li bajarên der û dorê jî hat hîskirin, 7,02 kîlomêtro di binê erdê da çêbû.
Li Stenbolê di nava 3 saetan da 47 caran erd hejiya
Li Stenbolê di nava 3 saetan da ya herî mezin bi mezinahiya 6,2yan, 47 caran erd hejiya.
Li gor daxuyaniya li ser malpera Serokatiya Rewşa Acîl û Afatê (AFAD) hat weşandin, piştî erdheja bi mezinahiya 3,9an ku di saet 12.13an da çêbû, 47 caran erd hejiya.
Erdhejên li Stenbolê 6 û 15 kîlomêtro di bin erdê da çêbûn.
Walîtiya Stenbolê: Astengdar, ducanî, xaziyên malûl, dayikên ku zarokan wan ji 10 salî biçûktir in û di saziyên qamûyê da dixebitin, wê 2 rojan di betlaneya îdarî da bên hesibandin
Serokê YOKê Ozvar: "(Erdhejên li Stenbolê) Ji bo sibê û roja înê perwerdeya li zanîngehên weqf û dewletê hat taloqkirin"
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Tekîn der barê erdheja li Stenbolê da daxuyanî da
Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekîn piştî erdheja ku li Stenbolê çêbû û li bajarên derûdorê jî hat hîskirin daxuyand ku heta niha li dibistanan tu rewşeke neyînî ya cidî çênebûye.
Wezîr Tekîn li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: "Piştî erdheja ku li Stenbolê çêbû û li bajarên derûdorê jî hat hîskirin, heta niha li dibistanên me tu rewşeke neyînî ya cidî çênebû. Di çarçoveya hewcedariya qadên ewle da baxçeyên me yên dibistanan ji hemû welatiyên me ra vekirî ne."