Tirkiye

Li Stenbolê di operasona dijî kesên ku bi şertgirtina dereqanûnî dikin da 49 kes hatin girtin

Zeynep Yeşildal  | 14.03.2025 - Rojanekırın : 14.03.2025
Li Stenbolê di operasona dijî kesên ku bi şertgirtina dereqanûnî dikin da 49 kes hatin girtin

Istanbul

Li Stenbolê di operasona dijî kesên ku ji ser malpera înternetê ya bi navê "Payfix"ê di malperên şertgirtinê yên dervayî welêt fealiyetê nîşan didin û bi vê rêbazê malên ku ji sucê bi dest dixin sipî dikin da, 49 kes hatin girtin.

Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê diajo da hat tesbîtkirin xwedî û kargêrî malpera "Payfix"ê Erkan Kork ji sala 2014an va bi rêya entegrekirina di malperan da rê û derfetê dide ku gelek malperên şertgirtina dereqanûnî li Tirkiyeyê fealiyetê nîşan bidin.

Herwiha hat tesbîtkirin ku gumanbar Kork bi şirketeke bi navê "Troyin Bilişim"ê ketiye nava nava pergala darayî û bi awayî plankirî karê şertgirtina dereqanûnî birêva dibe.

Di lêpirsînê da 49 kesên ku hatin tesbîtkirin têkildarî vî karî ne hatin binçavkirin.

Ji bo 17 xanî, 9 erse, ofîsek, 13 wesayît û hesabên kesane yên gumanbaran û cuzdanên krîpto yên rêvebir û endamên rêxistinê, 23 fîrma û bi tevahî 114 wesayîtên şîrketê û heyîna wan a malî ya bi qasî 6 milyar û 900 milyon lîreyî tedbîr hat dayin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın