Tirkiye

Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 5 gumanbar hatin girtin

Zeynep Yeşildal  | 23.12.2024 - Rojanekırın : 24.12.2024
Li Stenbolê di operasyona dijî DEAŞa rêxistina terorê da 5 gumanbar hatin girtin

Istanbul

Li Stenbolê 5 gumanbarên ku li gor tesbîtê pereyê ji derveyî welêt tê, ji mensûbên DEAŞa rêxistina terorê yên li herêmên pevçûnê ra dişînin, hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna ku Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê dimeşîne da 7 gumanbar hatin tesbîtkirin. Li gor tesbîtê ji derveyî welêt pere dişînin Tirkiyeyê û ev 7 gumanbar pereyan ji mensûbên DEAŞa rêxistina terorê yên li herêmên pevçûnê ra dişînin.

Ji ber sûcên "Endambûna rêxistina terorê ya çekdar" û "Mixalefeta Qanûnê ya Der Heqê Pêşîlêgirtina Fînansmaniya Terorîzmê" ji bo gumambaran biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li ser vê polês ketin dewrê û li Stenbolê di heman demê da ser 7 navnîşanên cuda operasyon hat kirin.

Di operasyonê da 55 hezar ewro û dokumanên curbecur ên rêxistinî hatin bidestxistin, 5 gumanbar hatin binçavkirin.

Ji bo girtina gumanbarên din xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.