Tirkiye

Li Stenbolê di operasyonên li dijî rêxistinên terorê da 76 gumanbar hatin binçavkirin

Emrah Gökmen, İrem Demir, Zeynep Yeşildal  | 29.04.2025 - Rojanekırın : 29.04.2025
Li Stenbolê di operasyonên li dijî rêxistinên terorê da 76 gumanbar hatin binçavkirin

Istanbul

 Li Stenbolê li dijî rêxistinên çepgir yên terorê ku li gor texmînê wê di 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê da propagandaya rêxistinî bikirana, operasyon hat kirin û di operasyonê da 76 gumanbar hatin binçavkirin.

Di encama xebatên Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê da hat tespîtkirin ku rêxistinên çepgir yên terorê amadehîyê dikirin ku di 1ê Gulanê Roja Ked û Piştevaniyê da li Qada Taksîmê propagandaya rêxistinî bikin. Di encama xebatan da ji bo 84 kesan biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li ser biryarê ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê yên Midûriyeta Ewlekariya Stenbolê operasyonên hevwext dan destpêkirin. Di encamê da 76 gumanbarên ku li gor tesbîtê peywendiya wan bi DHKP/C, MLKP, TKP-ML, DSÎH, TÎKB/B, TÎKB, TKEP/L, TKÎP, TKP/KIVILCIM, MKP û TKKKOya rêxistinên terorê ra heye, hatin binçavkirin.

Hat tespîtkirin ku hin gumanbar di girtîgehê da ne, hin firar in û ji bo gumanbarên ku xwe nedane dest jî xebat dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.