Tirkiye

Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê ya winda hatibûn destpêkirin dewam dikin

Nevzat Umut Uzel, Yılmaz Kazandıoğlu  | 30.09.2024 - Rojanekırın : 30.09.2024
Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo xwendekara zanîngehê ya winda hatibûn destpêkirin dewam dikin

Van

 Li Wanê xebatên lêgerînê yên ji bo Rojîn Kabaişa xwendekara zanîngehê ya winda hatibûn destpêkirin dewam dikin.

Kabaişa xwendekara Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (VYY) ya Beşa Geşepêdana Zarokan roja înê danê êvarê ji hewalên xwe ra got ku wê here peravê golê keviran kom bike.

Li ser agahdarkirinê ekîbên Parastina Peravan yên Gola Wanê, ekîbên Amiriya Biroya Xizmetên Seyrê û Ekîbên Keştiyê yên Midûriyeta Ewlekariya Wanê digel ekîbên Amiriya Koma Binê Avê li Gola Wanê, AFAD û noqavên Şaredariya Bajarê Mezin bêyînavber xebatên lêgerînê dikin.

Ekîbên xozneber yên ku hatin peravê bi cîhazên ku binê avê ronî dikin û bibotan va li kûrahiya golê jî xebatên lêgerînê didomînin.

Yekeya polêsên bihesp jî beşdarî xebatên lêgerînê bûn, li seranserê peravê dewriye geriyan.

Rektorê Zanîngeha VYYê Prof. Dr. Hamdullah Şevli, hat herêma ku lêgerîn tê kirin û derbarê xebatan da agahî hildan.

Li herêmê ekîbên tenduristiyê, malbata Kabaîş û xizmên wê amade ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın