Tirkiye

Li Wanê 60 kîlogram masîkefalên bi qaçaxî hatin girtin cardin berdan nav avê

Emre Ilıkan  | 27.04.2025 - Rojanekırın : 27.04.2025
Li Wanê 60 kîlogram masîkefalên bi qaçaxî hatin girtin cardin berdan nav avê

Van

Li Îpekyoluya navçeya Wanê, 60 kîlogram masîkefalên bi qaçaxî hatin girtin cardin berdan nav avê.

Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Parêzgehê, xebatên astengkirina girtina masîkefalan berdewam in ku di Gola Wanê da dijîn û di serdema lihevzêdebûnê da ya rastî 15ê Nîsanê-15ê Tîrmehê tê, bi awayekî berovajiyî herka avê koçî avên şirîn dikin.

Ji hêla ekîbên Şaxa Masîvanî û Berhemên Avê li ber avên Akkopru û Kurubaşê 60 kîlogram masîkefalên sax ên bi nêçîra bi qaçaxî hatibûn girtin hatin bidestxistin.

Ekîban masî bi paş da berdan nav avê û dest danî ser alavên di nêçîrvaniya bi qaçaxî da tên emilandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın