Tirkiye

Li Îzmîrê di çarçoveya doza 2 kesên ku ceyranê ew kişandin da 29 gumanbar hatin binçavkirin

Hüseyin Bağış, Fırat Özdemir  | 15.07.2024 - Rojanekırın : 15.07.2024
Li Îzmîrê di çarçoveya doza 2 kesên ku ceyranê ew kişandin da 29 gumanbar hatin binçavkirin

Izmir

Li Konaka navçeya Îzmîrê di çarçoveya doza derbarê 2 kesên ku hewl dan xwe ji ber barana gurr biparêzin û ceyranê ew kişandin da dihat birêvebirin da, ji 35 gumanbarên ku derbarê wan da biryara girtinê hatibû dayin jê 29 gumanbar hatin girtin.

Li navçeya Konakê di 12ê Tîrmehê da Ozge Ceren Deniz û Înanç Oktemaya ku pê li gola avê kirin û ceyranê ew kişandin û mirin. Doza derbarê bûyerê da ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê dabû destpêkirin dewam dike.

Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê derheqê 6 gumanbarî da telîmata girtinê da. Hat diyarkirin ku ji gumanbaran 2 kes xebatkarên Gdz Elektrik û 4 kes jî xebatkarên ÎZSUyê ne.

Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di çarçoveya lêpirsînê da derbarê 35 gumanbarî da biryara binçavkrinê da, ji gumanbaran 29 kes hatin girtin.

Xebatên derbarê bûyerê da dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın