Tirkiye

MÎTê qaşo berpirsê PKKya rêxistina terorê û parêzvanê wî li Silêmaniyê berteref kirin

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 15.01.2025 - Rojanekırın : 15.01.2025
MÎTê qaşo berpirsê PKKya rêxistina terorê û parêzvanê wî li Silêmaniyê berteref kirin

Ankara

Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî (MÎT) qaşo ji berpirsên şaxa Îranê ya PKKya rêxistina terorê Îslam Dotkanlou û parêzvanê wî li Silêmaniya bajarê Iraqê bi operasyonê berteref kirin.

Li gor agahiya ku ji çavkaniyên ewlehiyê hat hildan, MÎTê bi saya tora îstixbaratê ya ku li Iraqê ava kir, terorîstê Îranî Îslam Dotkanlou tesbît kir ku li Pencewîna devera çiyayî ya bajarê Silêmaniyê fealiyetê dike.

Ajanên qadê yên MÎTê piştî ku cihê Îslam Dotkanlouyê PKKyî û parêzvanê wî Akam Şahe tam kifş kir, operasyon kir.

Herdu terorîst Dotkanlou û Şahe bi operasyona MÎTê hatin berterefkirin.

Dotkanlouyê PKKyî di hedefa MÎTê da bû û qaşo yek ji berpirsiyarên şaxa Îranê ya rêxistinê bû. Hat gotin ku Dotkanlou herî dawî qaşo berpirsiyariya Akademiya Fermandebûnê ya Serhildana Simko ya rêxistinê dikir.

Li gor tesbîtê terorîst piştî ku tevî PKKyê bûye, qaşo rêvebiriya payebilind ew ji bo demeke kin li Diyarbekir û Bidlîsê wezîfedar kiriye û li gor tesbîtê di nava gelek çalakiyên çekdar ên dijî hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê da cih girtiye, her wiha li derveyî sînoran jî bi kadroyên payebilind ên rêxistinê ra fealiyet kirine.

Îslam Dotkanlou qaşo avakarê Yekîneyên Parastina Kurdistana Rojhilatê ye, li gor tesbîtê parêzvanê wî Akam Şaheyê bi kodnavê "Şivan Çiya" jî demekê li Îran û Hekariyê fealiyet kiriye.

Hat gotin, dema ku hêzên asayîşa Tirkiyeyê di nava sînoran da li dijî PKK/KCKyê operasyon kirine, terorîst Dotkanlou reviye Iraqê û bi destê rêvebiriya rêxistinê li Silêmaniyê hatiye wezîfedarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın