Tirkiye, Xeberên saziyî

Midûrê Giştî yê AAyê Karagoz di Sempozyuma Telîfa Nûçeyan û Di Medyayê da Hişê Çêkirî ya 2yemîn da axivî

Gökçe Karaköse  | 02.12.2024 - Rojanekırın : 03.12.2024
Midûrê Giştî yê AAyê Karagoz di Sempozyuma Telîfa Nûçeyan û Di Medyayê da Hişê Çêkirî ya 2yemîn da axivî

Istanbul

Midûrê Giştî û Serokê Lijneya Rêvebiriya Ajansa Anadoluyê (AA) Serdar Karagoz got: "Li Tirkiyeyê ji bo ku medya bêtir biqalîte be mijara herî girîng ew e ku fînansmana medyayê divê azad bibe, yanî feydeya aboriyê ya ku ji naveroka medyayê tê bidestxistin bigîhêje nûçegihan, rojnameger û kesên nûçe û navarokê amade dikin."

Bi hevkariya AA û Zanîngeha Bogaziçiyê û alîkariya Wezareta Çand û Turîzmê li kampusa başûr a zanîngehê ya li "Albert Long Hall"ê Sempozyuma Telîfa Nûçeyan û Di Medyayê da Hişê Çêkirî ya 2yemîn hat lidarxistin.

Karagoz di sempozyumê da axivî û got mijarên ku medya ji nêz va dişopîne wê di sempozyumê da bên axaftin.

Karagoz anî ziman ku piştî pêvajoya dijîtalbûnê, hişê çêkirî û înovasyonê jiyana mirovan jî guherî û wiha axivî: "Ev veguherîn tevgeran jî diguherîne. Têkiliyên di navbera mirovan da, têkiliyên bazirganiyê û têkiliyên civakî jî bi heman awayî diguherin. Em hema di nav vê guherînê da ne. Êdî agahî tenê ji serî heta binî naherikin. Bi awayekî horîzontal ya ku her kes dikare beşdar bibe û zanyariyê tev lê bike diherike. Medyaya kevneşopî di vê pêvajoyê da ji bo zindî bimîne têdikoşe. Heke medya û şirket vê reforma dijîtal û nêrîna înovatîf neşopînin ew ê zehmetiyê bikşînin û biçûk bibin."

Karagoz daxuyand ku hişê çêkirî jî di nav da şirketên teknolojiyê yên mezin bi lez û bez yekdestî dibin û belavkirina agahiyan jî bi destê van şirketan yên wek Google, Meta û Instagramê dibe.

Karagoz diyar kir ku Ajansa Anadoluyê rojê 4 hezar nûçe, dîmen, wêne û înfografîkan çêdike û diweşîne û wiha dewam kir:

"Em van çêdikin û ji aboneyên xwe ra serwîs dikin, lê ji ber tesîra van motorên lêgerînê nûçegihanên me nikarin feydeya aborî ya ku li vê derê çêdibe, bi kar bînin. Li Tirkiyeyê ji bo ku qalîteya medyayê zêde bibe, mijara herî girîng ew e ku fînansmanê medyayê azad bibe, yanî divê dahata aborî ya ku ji nûçe, dîmen, wêneyan tê, bigihêje nûçegihan û rojnamegeran."

Karagoz diyar kir, ew ê di sempozyumê da li ser mijara telîfa nûçeyan bisekinin, lê di heman demê da pirsgirêka mafên nûçegihanan û fînansmaniya medyayê jî wê were axaftin û wiha dewam kir, "Heke em vê mijarê çareser bikin, em ê bibin wesîle ku medya azad, xurt û serbixwe bibe. Em wekî Ajansa Anadoluyê bi taybetî ji van şirketên mezin li ser navê nûçegihan û rojnamegeran heqê xwe dixwazin."

Sempozyum wê bi rûniştinan va heta êvarê dewam bike û armanc ew e ku di sempozyumê da profesyonelên sektorê li ser gelek mijaran bisekinin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.