Tirkiye

Miteşebisê Bazîdî li çewlika ku li gundê xwe ava kir hêştirmeyan xwedî dike

Abdullah Söylemez  | 22.01.2025 - Rojanekırın : 22.01.2025
Miteşebisê Bazîdî li çewlika ku li gundê xwe ava kir hêştirmeyan xwedî dike

Ağrı

 Îbrahîm Akkurtê ku li Bazîda navçeya Agiriyê dijî, li gundê xwe çewlik ava kir û tê da hêştirmeyan xwedî dike.

Akkurtê ku li gundê Yilanliyê yê nêzî navenda navçeyê dijî, li ser qadeke 25 dekarî çewlik ava kir û di sala 2023yan da destûrên qanûnî hilda, kar û barên fermî kuta kir û dest bi xwedîkirin û firotina hêştirmeyan kir.

Akkurt li çewlika ku li Çiyayê Agiriyê dinihêre 159 hêştirmeyan xwedî dike û ji AAyê ra qala çîroka avakirina çewlikê kir.

Akkurt diyar kir, niyeta wî hebû ku di 2001ê da çewlikê ava bike, lê pêk nehat û wî timî xeyalê vê yekê kir.

Akkurt daxuyand, wî ji Sakaryayê hêkên hêştirmeyan kirî û bi wan hêkan va bê hêştirme dest bi vî karî kir û piştra wî ji bajarên cuda hêştirme kirîn û li hev zêde kirin.

Akkurt daxuyand, jimara hêştirmeyan car caran derdikeve 200î û gelek kes daxwaz dikin û wiha dewam kir, "Em li ser medyaya civakî difiroşin. Em dişînin hemû bajarên Tirkiyeyê. Armanca me firotina wan nîne, em dixwazin ji bo goşt û ji bo dermaleyan li hev zêde bikin. Em dixwazin salê 20 hezar cûcikên wan bimînin."

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Mehmet Huseyînoglu jî diyar kir ku midûriya wan avakirina çewlika Akkurt di sala 2023yan da pesend kir û Akkurt dest bi xwedîkirina hêştirmeyan kir.

Huseyînoglu destnîşan kir, di çewlikê da dîk, varik, dermale û seba goştê wan 159 hêştirme hene û wiha dewam kir, "Goşt, hêk, pûrt û çermê hêştirmeyan pir bi qîmet e. Ji sedî 3yê goştê wan don e. Hêkeke wan jî bi qasî 25 hêkên mirîşkan e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.