Tirkiye

MÎTê bi operasyonekê Murat Keleşê yek ji berpirsên qaşo yê PKK/KCKya rêxistina terorê berteref kir

Hüseyin Cem Dağıstanlı  | 07.02.2025 - Rojanekırın : 08.02.2025
MÎTê bi operasyonekê Murat Keleşê yek ji berpirsên qaşo yê PKK/KCKya rêxistina terorê berteref kir

Ankara

 Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) bi operasyonekê yek ji berpirsên qaşo yê PKK/KCKya rêxistina terorê Murat Keleşê bi kodnavê "Berxwudan Harun" li Xwakurka bakurê Iraqê berteref kir.

Li gorî agahiya ku ji çavkaniyê ewlekariyê hat sitandin MÎTê terorîstê ku yek ji failê êrîşa bi mûşekê ya dijî wesayita zirxdar a hêzên ewlekarî bû ku sala 2016an li Silopiyê di dema bûyerên koncal û barîkatan da hat lidarxistin, xist bin taqîbê.

Hat tesbîtkirin Keleşê ku li Tirkiyeyê "ji sûcê terorê yê cureyî" lêgerîna wî heye li çolwarên Xwakurka bakurê Iraqê di asta berpirsyariyê da fealiyetê dike.

MÎTê bi saya tora îstixbaratê cihê Keleşê ku şandina teqemeniyê bo bajarên metropol ên li rojavayê Tirkiyeyê organîze dikir, tesbît kir.

Terorîstê ku maweyeke xwe vedişart di encama operasyona yekderbî ya MÎTê da hat berterefkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın