Tirkiye

MÎTê qaşo ji berpirsiyarên PKK/KCKya rêxistina terorê Lokman Îsmaîl berteref kir

İsmet Karakaş  | 30.09.2024 - Rojanekırın : 30.09.2024
MÎTê qaşo ji berpirsiyarên PKK/KCKya rêxistina terorê Lokman Îsmaîl berteref kir

Ankara

 Teşkîlata Îstîxbarata Netewî (MÎT) qaşo ji berpirsiyarên PKK/KCKya rêxistina terorê Lokman Îsmaîlê bi kodnavê "Şiyar Muhtar" li bakurê Iraqê di operasyonê da berteref kir.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin hildan, MÎTê di encama faliyetên îstîxbaratê da tespît kir ku Îsmaîlê qaşo ji berpirsiyarên PKK/KCKya rêxistina terorê yê ji Sûriyeyê li bakurê Iraqê ye.

Hat ragihandin ku qaşo ji berpirsiyarên PKK/KCKya rêxistina terorê Lokman Îsmaîlê bi kodnavê "Şiyar Muhtar" ku 30 sal in di nav rêxistina terorê da dixebite, bi operasyonekê va hat berterefkirin.

-Plançêkerê êrîşên terorî yên li Şirnex û Edeneyê bû

Hat diyarkirin ku qaşo ji berpirsiyarên PKK/KCKya rêxistina terorê Lokman Îsmaîlê bi kodnavê "Şiyar Muhtar" li cem serkirdeyê terorê Abdullah Ocalan perwerde bûye, di navbera salên 1996-2004an da li Tirkiyeyê beşdarî çalakiyên biçek bûye, di sala 2004an da derbasî herêma Zapê bûye û li vir di kampên rêxistina terorê da perwerde bûye.

Hat ragihandin ku di bûyerên xendekê da jî li Şirnexê êrîşên li dijî hêzên ewlekariyê yên Tirk plankiriye. Herwiha di êrîşên bombeyî yên di sala 2019an da li Seyhana navçeya Edeneyê hatine lidarxistin da jî telîmat dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın