Tirkiye

MÎTê qaşo ji berpirsên rêxistina terorê PKK/KCKyê Gulistan Tekîkê li Iraqê berteref kir

Orhan Onur Gemici  | 28.08.2024 - Rojanekırın : 29.08.2024
MÎTê qaşo ji berpirsên rêxistina terorê PKK/KCKyê Gulistan Tekîkê li Iraqê berteref kir

Ankara

 Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) qaşo ji berpirsên rêxistina terorê PKK/KCKyê Gulistan Tekîk a kodnav "Pelîn Batman" li bajarê Silêmaniyê yê Iraqê bi operasyonê berteref kir.

Li gorî agahiya ji çavkaniyên ewlekariyê hat wergirtin, MÎTê îstixbarat sitand ku terorîst Tekîk li bajarê Silêmaniyê yê Iraqê ye ku di sala 1998an da beşdarî rêxistina terorê bûye û ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" qeyda wê ya lêgerîn/qefaltinê heye.

Tekîka ku hat tesbîtkirin, bi telîmata taybet a serkirdeyê rêxistina terorê PKK/KCKyê Murat Karayilan jê ra nasnameyeke sexte hatiye verastkirin, piştî ku MÎTê hilda teqîbatê, bi operasyonê hat berterefkirin.

Hat tesbîkirin, Tekîkê bi alîkariya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê xebatên propaganda û dezenformasyonê yên rêxistina terorê meşandine û fealiyetên belavkirina îdeolojiya rêxistinê û zêdekirina tevlêbûna rêxistinê kirine.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.