Tirkiye

Navend Îzmîr di operasyona dijî FETOyê da 15 kes hatin binçavkirin

Haydar Toprakçı  | 24.09.2024 - Rojanekırın : 25.09.2024
Navend Îzmîr di operasyona dijî FETOyê da 15 kes hatin binçavkirin

Izmir

Navend Îzmîr di operasyona dijî FETOyê ya li 12 parêzgehan da 15 gumanbar hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Buroya Lêpirsînê ya Sucên Terorê ya Serdozgeriya Îzmîrê ya ku li dijî pêkhateya TSKê ya FETOyê tê meşandin da, 7 eskerên muewezef, eskerekî malnîşin, memûrekî sivîl û 6 xwendekarên dibistana eskerî, yên ku piştî hewla derbeyê têkiliya wan hatibû birîn, hatin binçavkirin.

Di operasyona hevdemî da ya ku ekîbên cendirme û polîsan li 12 parêzgehan encam da, 15 gumanbar hatin binçavkirin.

Hat ragihandin ku karûbarên gumanbaran li ewlekarî û cendirmeyê didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın