Navend Edene 282 berşikên di operasyona "Kuyu-37"ê da hatin binçavkirin li edliyeyê ne
Polêsan bi helîkopter û wesayîtên zirxî va li ser guzergeha edliyeyê tedbîrên ewlekariyê sitandin
Adana
Navend Edene li 16 parêzgehan 282 berşikên ku di operasyonên "Kuyu-37" ên dijî rêxistina sûcê ya organîze da hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê kirin ku serekê wan Ramazan Baygara ye ku bi bultena sor lê digerin û li dervayî welêt girtî ye.
Ji hêla ekîbên Midûriyetên Ewlekariya Parêzgehan di 11ê Mijdarê da navend Edene li Stenbol, Enqere, Îzmir, Osmaniye, Mêrsîn, Nigde, Bursa, Antalya, Şanliurfa, Gazîentab, Kirklarelî, Batman, Mêrdîn, Mûş û Sakaryayê operasyon hatibûn lidarxistin û 270 berşik hatibûn binçavkirin û her wisa li dû wê, 12 berşikên mayîn jî hatin qefaltin.
Bi vî awayî hejmara berşikên binçavkirî derket 282yan.
Berşikên ku 9 jin jî di navê da hene û li ewlekariyê miemeleyên wan kuta bûn, bi otobus û mîdîbusan di refeqata wesayîtên zirxî da bo edliyeyê hatin veguhestin.
Ekîbên polêsan di dema veguhestina berşikan a bo edliyeyê da bi helîkopter û wesayîtên zirxî va li ser guzergeha edliyeyê tedbîrên ewlekariyê sitandin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.