Navend Stenbol di operasyona li dijî FETOyê ya li 5 bajaran da 41 şikbar hatin girtin

Istanbul
Navend Stenbol di operasyona li dijî FETOyê ya li 5 bajaran da 41 şikbar hatin girtin
Navend Stenbol di operasyona li dijî FETOyê ya ku li 5 bajaran hat kirin da 41 şikbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Qaçaxçîtiyê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê û ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê di çarçoveya lêpîrsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê va tê meşandin da ji bo eşkerekirina çalakiyên FETOya rêxistina terorê ya çekdar, xebatên xwe domandin.
Ekîban 50 şikbarên ku endamên rêxistinê ne û qaşo wek berpirsiyar xebatên xwe dimeşînin, bi telefonên ankesor bi hev ra diaxivin û der barê wan da îfadeya îtrafcî ne hatiye dayîn, tespît kirin.
Li gor tespîtê ji wan 13 kes polês in ku jê 3 kes ji kar hatine îxrackirin, 2 kes serefser in, 2 kes lêkolîner in, yên mayî jî midûrê îcrayê, alîkarê mifetîş yê wezareta bazirganiyê, mamoste, doxtor, polêsên teqawîdbûyî û xwendekarên dibistana eskeriyê yên berê ne.
Ekîban li Stenbol, Sêwas, Zonguldak, Kocaelî û Enqereyê li navnîşanên ku hatine diyarkirin operasyonên hemwext kirin û 41 şikbar girtin.
Di lêgerînên li navnîşanan da gelek melzemeyên dijîtal û belgeyên rêxistinî hatin bidestxistin.
Kesên hatin binçavkirin birin ewlehiyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.