Norwecê biryar da ku sînordarkirinên pîşesaziya parastinê yên li dijî Tirkiyeyê bên betalkirin
Ankara
Wezareta Karên Derva daxuyand ku biryara sînordarkirinên pîşesaziya parastinê yên ku Norwecê di sala 2019yan da li dijî Tirkiyeyê kiribûn rewacê hat betalkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derva Oncu Keçelî li ser hesabê xwe Xê daxuyand ku Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Norwecê Barth Eîde ra li ser telefonê axivî.
Keçelî wiha daxuyand: "Wezîrê Karên Derva yê Norwecê Eîde got biryara Norwecê ya ku di sala 2019yan da li dijî Tirkiyeyê ji bo sînordarkirinên pîşesaziya parastinê dabûn, hat betalkirin."
Keçelî got Wezîr Fîdan ji ber vê biryarê kêfxweşiya xwe anî ziman û got sînordarkirinên bi vî rengî ne li gor ruhê mitefiqan in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.