Tirkiye

Operasyona MÎTê ya li dijî qaşo hûcreya îstixbaratê ya PKKya rêxistina terorê

Burcu Çalık Göçümlü  | 18.07.2024 - Rojanekırın : 19.07.2024
Operasyona MÎTê ya li dijî qaşo hûcreya îstixbaratê ya PKKya rêxistina terorê

Ankara

Hat tesbîtkirin ku Sadik Topalogluyê navê wî yê kod "Halîl" û Mehmet Savaş yên ku di operasyona hevpar a Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) û Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê da hatin girtin, qaşo di nav sazûmaniya îstixbaratê ya PKKyê da ne û li Stenbolê dixebitin.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan, piştî xebatên berfireh ên MÎTê qaşo sazûmaniya îstixbaratê ya PKKya rêxistina terorê derket holê.

MÎTê Sadik Topalogluyê navê wî yê kod "Halîl" û Mehmet Savaş yên ku qaşo di nav sazûmaniya îstixbaratê ya rêxistine da ne şopand.

Teşkîlata MÎTê û Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê bi operasyoneke hevpar va li Stenbolê Topaloglu û Savaş girt.

Hat tesbîtkirin ku Topaloglu bi dereqanûnî çûye Iraq/Qendîlê û li wir perwerdeya îstixbaratê hildaye, wê demê bi Cemîl Bayikê navê wî yê kod "Cuma" yê yek ji rêvebirên rêxistinê ye ra hevdîtin kiriye.

MÎTê tesbît kir ku Sadik Topaloglu piştî ku li Tirkiyeyê hatiye wezîfedarkirin di bin navê "rojnamegeriyê" da ji bo rêxistina terorê agahî berhev kirine, bi Mehmet Savaş ra li ser navê rêxistinê xebatên aboriyê pêk aniye û li ser şirketên dereqanûnî ji endamên rêxistinê yên li Sûriyeyê ra melzeme peyda kirine.

Ji ber sûcê endamtiya rêxistina terorê Topaloglu û Savaş şandin girtîgehê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.