Parlamenteriya Semra Guzela Parlamentera HDPyî hat betal kirin

TBMM
Li Lijneya Giştî ya Meclisê ji ber "nehatinê" parlamenteriya Semra Guzela Parlamentera HDPyê ya Diyarbekirê hat betal kirin.
Wekîlserokê Meclisê Sureyya Sadî Bilgiç, ji Lijneya Giştî re ragihand ji ber ku Semra Guzela HDPyî, 2022yan de, bê mazeret û bê destûr beşdarî 6 pêkhateyên Lijneya Giştî nebû, bi pê maddeyên 84emîn maddeya Destûrê û maddeya 138emîn a rêziknameya navxweyî, bi mebesta nirxandina pêwîst bê kirin, dê biryara Dîwana Serokatiyê û tezkereya Serokatiya Meclisê digel rapora Komîsyona Têkel a ku ji endamên Komîsyona Destûrê û Edaletê pêkhatiye, wê dengdayin bê kirin.
Piştre şiklê dendana vekirî; encamdana dengdanê bi cîhaza elektronîk a dengdanê ji bo pesendkirina Lijneya Giştî hat pêşkêşkirin û qebûl bû.
Parlementeriya Semra Guzelê bi rêziknameya navxweyî ya Meclisê, bi dengdana zêdetir ji 301 dengê erê ku piraniya reha ya Meclisê ye, hat betalkirin.
372 parlementer beşdarî dendayina li Lijneya Giştî bûn, di dengdanê 330 qebûlê û 42 dengên redê hatin dayin.
Piştî dengdanê Wekîlserokê Meclisê Bilgiç, eşkere kir ku parlementeriya Guzelê hatiye betalkirin.
Di esnaya dengdanê de parlementerên HDPê dovîzên ku li serê "Semra Guzel îradeya Gel e" nivîsandî û fotografên wê yên li ser kursiya Lijneya Giştî ya Meclisê nîşan dan, diruşmên curbicur xwendin.
Dema ragihandina encamê ji aliyê Bilgiç ve parlementerên HDPê bi tepandina maseyan bertek nîşan dan.
Dawiyê de parlemnterên HDPê bi xwendina druşman Hola Lijneya Giştî bi cih hiştin û derketin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.