Şaredarê Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Ankara
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku Şaredarê Mêrdîn, Batman û Xelfetiyê ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
Li gor daxuyaniya wezaretê, Wezareta Karên Navxweyî di şûna Şaredarê Bajarê Mezin yê Mêrdînê Ahmet Turk de Waliyê Mêrdînê Tuncay Akkoyun, di şûna Şaredara Bajarê Mezin ya Batmanê Gulistan Sonukê de Waliyê Batmanê Ekrem Canalp û di şûna Şaredarê Xelfetiya navçeya Şanliurfayê Mehmet Karayilan de Qeymeqamê Xelfetiyê Hakan Başoglu tayin kir.
Li Mêrdînê civîn, meş û çalakî ji bo 10 rojan hatin qedexekirin
Walîtiya Mêrdînê ragihand ku li ser asta parêzgehê civînên li cihên girtî û vekirî, meş, daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê ji bo 10 rojan hatin qedexekirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin, çalakiyên Walîtî û Qaymeqamtî erê dikin ne tê da hemû bernameyên din di navbera 4-14ê Mijdarê da hatin qedexekirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin, di nav sînorên parêzgeha Mêrdînê da ji 4ê Mijdarê ji saet 07.00an heta 14ê Mijdarê saet 07.00an ji bo 10 rojan her cure çalakiyên wekî civînên li cihên girtî û vekirî, meş, daxuyaniya çapemeniyê, çalakiya rûniştinê, mitîng, greva birçîbûnê, vekirina standan, vegirtina konan, kişandina bi dronê, pêkanîna anketan, belavkirina danezan û broşuran, daliqandina afîş û pankartan hatin qedexekirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.