Tirkiye

Seferên Ekspresa Rojhilat a Turîstîk wê di 23yê Çileya Pêşîn da dest pê bikin

Mert Davut  | 07.11.2024 - Rojanekırın : 09.11.2024
Seferên Ekspresa Rojhilat a Turîstîk wê di 23yê Çileya Pêşîn da dest pê bikin

Ankara

 Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadîr Uraloglu daxuyand ku seferên heyama zivistanê ya 2024-2025an ên trêna Ekspres a Rojhilat ya Turîstîk wê di 23yê Çileya Pêşîn da dest pê bikin.

Uraloglu di daxuyaniya xwe ya nivîskî da bal kişand ser firotina bilêtên Ekspresa Rojhilat a turîstîk û got şirketên geştiyariyê yên rayedar dest pê kirine bilêtên trenê wekî tura paket difroşin.

Wezîr Uraloglu wiha got: "Firotina bilêtên vagonan yên ku ji bo rêwîyan hatine veqetandin sibê dest pê dike."

Uraloglu wiha dewam kir: "Seferên heyama zivistanê ya 2024-2025an ya Ekspresa Rojhilat ya Turîstîk wê di 23yê Çileya Pêşîn da dest pê bikin û wê heta 2yê Adara 2025an dewam bikin. Sefer ji Enqereyê wê rojên duşem, çarşem û înê û ji Qersê jî rojên çarşem, în û yekşemê çêbibin."

Bihayê bilêtan serê merivê bi 5 hezar û 250 lireyî dest pê dike.

Kesên ku bixwazin biletan bikirin dikarin ji gîşeyên TCDDyê, şirketên rayedar, sepana mobîlê û malpera înternetê ya "https://bilet.tcdd.gov.tr"yê bikirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.