Tirkiye

Sepana lastîkên zivistanê di 1ê Berfenbarê da dikeve rewacê

Ayşe Böcüoğlu Bodur  | 21.11.2024 - Rojanekırın : 21.11.2024
Sepana lastîkên zivistanê di 1ê Berfenbarê da dikeve rewacê

Ankara

 Wezîrê Gihandin û Binesaziyê Abdulkadir Uraloglu ragihand sepana lastîkên zivistanê wê di navbera 1ê Berfenbar-1ê Nîsana 2025an da di rewacê da be û wiha got, "Lastîkên zivistanê tên bikaranîn ji bo pêşîlêgirtina qezayan pêwîst in. Ji bo hemî wesayitên ku însan û eşyayan di rêbejên nav bajaran da dibin û tînin wê derbasdar be. Her wiha ji bo kesên wesayita xwe ya taybet bi kar tînin jî em pêşniyaz dikin."

Uraloglu di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku lastîkên zivistanê wextê pileya hewayê dikeve binê 7 dereceyan rê xweştir digire û wiha got:

"Sepana lastîkên zivistanê wê di navbera 1ê Berfenbar-1ê Nîsana 2025an da di rewacê da be. Lastîkên zivistanê tên bikaranîn ji bo pêşîlêgirtina qezayan pêwîst in. Ji bo hemî wesayitên ku însan û eşyayan di rêbejên nav bajaran da dibin û tînin wê derbasdar be. Her wiha ji bo kesên wesayita xwe ya taybet bi kar tînin jî em pêşniyaz dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.