Tirkiye

Serokê Parêzgeha Sêrtê yê HDPê Çetîn hat girtin

Serokê Parêzgeha Sêrtê yê HDPê Abdullah Çetînê ku li Sêrtê di çarçoveya lêpirsîna terorê de derketibû pêş dadwer û ji aliyê dadgehê ve serbest hatibû berdan, piştî îtîraza dozger dubare hat binçavkirin û hat girtin.

23.07.2017 - Rojanekırın : 24.07.2017
Serokê Parêzgeha Sêrtê yê HDPê Çetîn hat girtin

Siirt

SÎÎRT

Serokê Parêzgeha Sêrtê yê HDPê Abdullah Çetînê ku li Sêrtê di çarçoveya lêpirsîna terorê de derketibû pêş dadwer û ji aliyê dadgehê ve serbest hatibû berdan, piştî îtîraza dozger dubare hat binçavkirin û hat girtin.

Çetîn ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Sêrtê ve, di çarçoveya lêpirsîna dijî PKKya rêxistina terorê de ji sûcê "endamtiya rêxistina terorê" hatibû binçavkirin û piştî derketibû dadgehê bi merca kontrola edlî serbest hatibû berdan. Lê dozger îtîraz li vê biyarê kir û ekîbên Midûriyeta Ewlekariyê yên Parêzgehê Çetîn li mala wî binçav kirin.

Çetîn piştî temambûna karûbarê wî yê li ewlekariyê, ji aliyê dadgeha ve hat girtin. Ekîbên ewlekariyê Çetîn radestî Girtîgeha Girtî ya Tîpa E ya Sêrtê kir.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın