Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Divê em têkiliyê navbera xwe û alema Îslamê xurt bikin"

Kemal Karadağ  | 30.04.2025 - Rojanekırın : 30.04.2025
Serokomar Erdogan: "Divê em têkiliyê navbera xwe û alema Îslamê xurt bikin"

TBMM

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Di nav xwe û platformên navneteweyî da ji bilî ku em bi hesteke yekitîyê tevbigerin tu rêyeke din li ber me tuneye. Divê em kirasê ku li me kirine, biqelişînin."

Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê beşdarî bernameya Pêşbirka Xweşxwendinê ya Qur'ana Pîroz ya Navneteweyî bû û tê da axivî.

Serokomar Erdogan wiha got, "Şerê li herêma me bi dawî nabe. Qêrîna mezlûman dilê me hemûyan disoje. Lê em hêviya xwe winda nakin. Ku îman hebe derfet jî heye."

Serokomar Erdogan got ku lazim e em têkiliya navbera xwe û alema Îslamê xurt bikin û wiha dewam kir:

"Divê em têkiliyê navbera xwe û alema Îslamê xurt bikin, li ser rêya Xwedê bimînin û yekîtiya xwe ya ruh û dil ji nû va ava û xurt bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.