Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em bi îftihareke mezin bibîr tînin ku miletê me li dijî tank û sîlahan û têkoşîneke wekî destanan da

Ümit Türk, Gökçe Karaköse, Hamdi Dindirek, Mustafa Hatipoğlu  | 15.07.2024 - Rojanekırın : 15.07.2024
Serokomar Erdogan: Em bi îftihareke mezin bibîr tînin ku miletê me li dijî tank û sîlahan û têkoşîneke wekî destanan da

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî ku li aliyê Anadoluyê yê Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê Miqamê Şehîdên 15ê Tîrmehê ziyaret kir, li pêşiya Muzeya Hafizeyê ya 15ê Tîrmehê xîtabî welatiyan kir.

Erdogan diyar kir ku salvegera 8emîn a hewildana derbeya xayîn a 15ê Tîrmehê ye û wiha dewam kir, "Di vê roja dîrokî ya ku milet li dijî derbekaran destan nivîsî da em dîsa yekdil û bi hev ra ne. Em bi îftihareke mezin bibîr tînin ku miletê me destevala derket pêşiya tank û sîlahan û têkoşîneke wekî destanan da. Vî miletî lîstik û defikên ku dest dane îstîqlala wî û hewl dane ku prangayê li îradeya wî bixin, çawa têk birine, wê ji vir şûnda jî têkbirina lîstik û defikan bidomîne. Em ê kesên ku ji 15ê Tîrmehê ra dibêjin 'lîstik', 'şano', bê şermî dibêjin 'şerê lihevkirinê' ye heta qiyametê efû nekin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.