Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em dev ji hizûra Tirkiyeyê bernadin"

Zeynep Rakipoğlu  | 20.09.2024 - Rojanekırın : 21.09.2024
Serokomar Erdogan: "Em dev ji hizûra Tirkiyeyê bernadin"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Em dev ji hizûra Tirkiyeyê bernadin. Em di vê mijarê da biryardarî û sekna xwe nîşan didin."

Erdogan li Balafrigeha Ataturkê di merasima teslîmkirina wesaîtên nû yên Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, em wesaîtên ku di enwantera Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê û Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan da ne û êdî kevin bûne nû dikin.

Erdogan diyar kir li nava sînorên Tirkiyeyê û li dervayî sînorên wê ji rêxistinên terorê ra tu cî nehiştine ku lê bisitirin û wiha axivî, "Di nava sala 2024an da ji PKKyê bigire heya Fetoyê û ji DHKP/Cyê bigire heya DEAŞê, dijî kujerên xwînrêj 35 hezar û 500 operasyon hatin kirin."

Serokomar Erdogan ji bo veberhênanên di warê pîşesaziya parastinê da got bi êrîşên terora sîber yên dijî Libnanê me cardin dît ku ev yeka çiqasî girîng e.

Erdogan got, kesên ku xeyala axên wehdkirî dikin û dixwazin çerxên mêtinkariyê yên berê bigerînin ji me aciz dibin û wiha dewam kir, "Lobiyên çekan û tevliheviyê û ticarên xwînê yên ji rondikên mezlûman têr dixwin, ji me ji Tirkiyeya ku hêzdar û mezin dibe aciz dibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın