Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Em di dîroka xwe da bûn xwediyê artêşa herî xurt a Welatê Kesk"

Serdar Açıl  | 26.08.2024 - Rojanekırın : 26.08.2024
Serokomar Erdogan: "Em di dîroka xwe da bûn xwediyê artêşa herî xurt a Welatê Kesk"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê ya Xelatê piştî Civîna Kabîneyê daxuyanî da.

Serokomar Erdogan got: "Bi serokatiya me 21 sal şûnda cara ewil me Civîna Kabîneya xwe ya dîrokî li derveyî Enqereyê li Xelatê kir û qîmeta ku em didin Milazgirê me nîşan da."

Erdogan der barê fîloya temirandina agir da agahî da û wiha got: "Vê gavê di fîloya me da 27 balafir, 105 firoke û ji 5 hezarî zêdetir wesayîtên bejayê hene. Bi van va em di dîroka xwe da bûn xwediyê artêşa herî xurt a Welatê Kesk."

Serokomar Erdogan wiha axivî: "Şaredariyên mixalefetê ji dêvla ku karê xwe bikin, di mijareke wekî şewatê da jî peyê kirina siyasetê direvin. Tu aliyekî vê yê ku meriv qebûl bike, tuneye. Partiya şewat, erdhej, afatê nabe. Mixalefet her tiştî dixe mijara siyasetê, em li bendê ne ku vê feraseta xwe ya çewt demildest biterikîne."

Erdogan got ku heta 15ê Îlonê tesîra germê wê dewam bike û wiha dewam kir: "Em heta wê demê baldarbûnê bidomînin. Di mijara şewata daristanê da ku ji sedî 90 ji ber însanan derdikeve, em hesas bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın