Tirkiye

Serokomar Erdogan: Em senaryoyên dijî welatê xwe diqelêşînin diavêjin û di rêya xwe da dimeşin

Yasemin Kalyoncuoğlu, Utku Şimşek  | 25.08.2024 - Rojanekırın : 25.08.2024
Serokomar Erdogan: Em senaryoyên dijî welatê xwe diqelêşînin diavêjin û di rêya xwe da dimeşin

Ankara

Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Em senaryoyên dijî welatê xwe diqelêşînin diavêjin û di rêya xwe da dimeşin. Em ne emanetgirê vî welatî ne em xwediyê esil ê vî welatî ne."

Serokomar Erdogan li Bidlîsê beşdarî bernameyên cuda bûn û xîtabî gel kir. Serokomar Erdogan li Bidlîsê ewil beşdarî Merasima Vekirina Komî ya Veberhênanên Qamû û Sektora Taybet a li ber Fabrîqeya Ta ya Kîler hat lidarxistin bû û axaftinek kir. Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ku par etaba ewil a tesîsa hilberîna ta ya Eren Holdîngê ket dewrê û îro jî etaba duyem a vê tesîsa krîtîk a bi 3 milyar û 525 milyon lîreyî ew dikin fealiyetê û her wiha ber bi dawiya salê jî etaba sêyem a tesîsê dê bikeve xizmetê.

Erdogan bal kişand ku bi vî awayî Bidlîs dê bibe navendeke girîng a hilberîna tekstîlê ya welêt.

Serokomar Erdogan her wiha di axaftina xwe da bal kişand ku Tirkiyeya berê êdî bi temamî di paş da maye û wiha dewam kir, "Ew roj êdî di paş da mane ku însanên me ji ber nijad, bawerî û zimanê xwe cudaxwazî lê dihat kirin. Ew roj êdî di paş da mane ku bi çoyê terorê siyaset dihat dîzaynkirin, civak dihat kerrkirin, ji welatê me ra îstiqamet dihat destnîşankirin."

Erdogan diyar kir ku siya tarî ya terorê her ku ji parêzgehên rojhilat û başûrê rojhilatê vedikişe, potansiyela bajarên bi salan e bêkêr mane derdikeve holê û wiha got, "Li Çiyayê Gabarê yê heta duh jî hêlîna terorê bû, îro em yek ji rezervên herî mezin ên petrola welatê me derdixin."

Serokomar Erdogan, mixalefet qesd kir û got ku bi salan hewl dan bi rêya dorhêlê dersê bidin wan, lê niha xezîneya dorhêlê ya herî nadîde ya Stenbolê pêşkêşî giregirên pereyan dikin û wiha dewam kir, "Provokatorê ji zimanê wî kîn û nefret diherike yê di Meclisa Milet da heqaretî gel û îradeya gel kir ku ji destê wan bihata dê hewariyê demokrasiyê îlan bikirana."

Ji aliyekî din va Serokomar Erdogan li Bidlîsê li Qada Çalakiyê ya Xelatê di bernameya pîrozbahiyên salvegera 953yemîn a Serfiraziya Milazgirê da jî xîtabî gel kir û wiha got:

"Em senaryoyên dijî welatê xwe diqelêşînin diavêjin û di rêya xwe da dimeşin. Em ne emanetgirê vî welatî ne em xwediyê esil ê vî welatî ne. Anadoluya ku li her koşeyê wê şehîd hene welatê me yê esil e. Yên ku hebûna me ya li vê derê nikarin qebûl bikin, li pey xeyalên xam bazdidin wê têk biçin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.