Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ez ê bi hemû serokên ra biaxivim di serî da Xeze em ê xwîna li ser axa Filistînê bisekinin"

İrem Demir  | 21.09.2024 - Rojanekırın : 21.09.2024
Serokomar Erdogan: "Ez ê bi hemû serokên ra biaxivim di serî da Xeze em ê xwîna li ser axa Filistînê bisekinin"

Istanbul

Serokomar Erdogan: "Li NYê bi serokên ku ez ê bi wan ra biaxivim di serî da Xeze em ê li ser sekinandina xwîna li axa Filistînê bisekinin."

"(79emîn Lijneya Giştî ya NYê) Di roja yekemîn a hevdîtinan da, 24ê îlonê roja sêşemê, ezê gotarê pêşkêşî Lijneya Giştî ya NYê bikim."

 "Bi taybetî li ser komkujiya li Xezeyê û gavên hevbeş yên dijî polîtîkayên êrîşkar yên Îsraîlê, ez ê pêwendiyan daynim."

 "Di serî da Konseya Ewlekariya NYê û mîmariya fînansa navneteweyî ezê balê bikişînîm ser pêwîstiya çaksaziyê ya di mekanîzmaya rêveberdewriya kurewî."

 "Netanyahu û şebekeya wî ji bo îdeolojiyên xwe yên siyonîst yên radîkal pêk bînin her cure provokasyon û sîqilandinê dikin."

 "(Êrîşa amûrên ragihandinê ya Îsraîlê) Îsraîlê mixabin weke dewletê tev nagere, careke din weke rêxistineke terorê êrîşan li dar dixe."

"Êrîşên ku di rojên dawîn da dijî Libnanê hatin kirin fikarên me yên ku rêvebiriya Îsraîlê dixwaze şer li herêmê belav bike, piştrast dikin."

"Bi rastî jî niha herêm bi qeyraneke heta bê bes mezin ra rû bi rû ye."

"Îsraîlê bi vê êrîşa xwe nîşa da ku dijî sivîlan hesas nîne û ji bo armancên xwe yên kirêt bi cî bîne her rêyê diceribîne."

"Divê civaka navneteweyî, di serî da welatên rojavayî, dev ji temaşekirina çalakiyên kuştarê yên Îsraîlê berde û gavên rêgir biavêje."

"(Lijneya Giştî ya NYê) Li wê derê ne tenê Biden, ewê gelek serokên cîhanê hebin. Heta niha teqez nîne ka ewê digel Biden hevdîtin hebe yan na."

"Ji bo pêwendiyên navbera Tirkiye û Sûriyeyê asayî bibin me îradeya xwe ya ku bi Beşar Esad ra biaxivin nîşan da. Em li benda bersiva aliyê din sekinîne."

"Ka ewê digel Biden yan jî hinek kesên surprîz ra hevdîtin hebin, ewê li ku bin, çawa bin, emê van hemiyan bi geşedanên li wê derê ra bi nirxînin."

"Siyonîzma dinyayê niha li Rojhilata Navîn bahozên mirinê radike û Tirkiye wê hewl bide ku em dikarin dijî vê çi bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın