Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ji bo me li ser çar bendên ewil yên destûra bingehîn nîqaş tuneye"

Mümin Altaş  | 18.09.2024 - Rojanekırın : 18.09.2024
Serokomar Erdogan: "Ji bo me li ser çar bendên ewil yên destûra bingehîn nîqaş tuneye"

Ankara
Serokomar Erdogan: "Ji bo me li ser çar bendên ewil yên destûra bingehîn nîqaş tuneye. Derd û pirsgirêkeke Îtifaqa Cumhur di vî warî da tuneye."

"(Sektora muteahhîdiyê ya Tirkiyeyê) Di warê hejmara fîrmeyan da piştî Çînê em di rêza duyem da ne. Di warê qezencê da jî em di nava 8 dewletên ewil da ne."

 "Dahata me ya neteweyî di dîroka me da cara ewil ji 1,1 trilyon dolarî derbas bû. Em êdî behsa trilyonê dikin. Em ji ku derê hatin ku derê."

 "Tirkiyeya 2024an mehkûmî qalibên 30-40 sal berê bikin, wê ev dijî welatê me bibe neheqiya herî mezin."

 "Dinya diguhere û di warê aborî, hilberîn û teknolojiyê da navendên hêzê yên nû derdikevin û divê em xwe gorî wan amade bikin."

 "Tirkiye di polîtîkaya derva da ji xwe ra rêyên nû dibîne, ev helwest ne layiqî rexnekirinê layiqî pîrozkirin û pesindayînê ye."

 "Ji 5 aboriyên herî mezin yên dinyayê 3 heb li erdnîgariya Deryaya Hind û Asya-Pasîfîkê ne û gelek tebiî ye ku em pê ra hevkariyê zêde bikin."

 "Em êdî li dinyayeke wisa najîn ku ji du blokên reş û sipî pêk tê û divê ji wan yek bê hilbijartin. Em dixwazin bi hemû dewletan ra hevkariyê bikin."

 "Berê Tirkiyeyê li Rojavayê ye, lê ev nayê wê wateyê ku em Rojhilatê piştguh dikin û têkiliyên xwe yên pê ra xurt nakin."

"Ji bo gelê me yê ku şeva 15ê Tîrmehê sînga xwe da ber tankan, çêkirina destûreke bi destê sivîlan hatiye danîn û bi temamî berhema îradeya sivîl e, ji bo me wezîfe ye."

"Em dixwazin li ser bingeheke berfireh ya civakî pêvajoya destûra nû bimeşînin û bi serkeftî temam bikin."

"Em dixwazin gelê xwe ji destûra derbeyê xilas bikin û pêşiya Tirkiyeyê vekin. Divê siyaset jî çêker be û helwesteke nerm nîşan bide."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın