Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Ji bo zêdekirina nifûsê xwe me gelek tevdîr hildan û bi cî anîn"

Zeynep Rakipoğlu  | 19.04.2025 - Rojanekırın : 19.04.2025
Serokomar Erdogan: "Ji bo zêdekirina nifûsê xwe me gelek tevdîr hildan û bi cî anîn"

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Ji bo zêdekirina nifûsê xwe me gelek tevdîr hildan û bi cî anîn, lê divê neyê jibîrkirin ku ev mesele ji xeynî teşwîqên madî hişmendiyeke medeniyetê ye."

Erdogan li Navenda Çandê ya Ataturk di Lijneya Giştî ya 5an ya KADEMê da axivî.

Serokomar Erdogan di axaftina xwe da got, "Însan di fitratê da ji jin û mêr pêk tê, hişmendiya ku cihêtiyê dike nava însanan û ji hev ra dike dijber û dijmin hişmendiya medeniyeta me nîne."

Erdogan bal kişand ser kêmbûna nifûsê û wiha peyivî, "Ev ji bo welatê me gorî şer talûkeya herî mezin e. Malbata ku bingeha civakê ye mînanî hemû dinyayê li welatê me jî di bin gef û talûkeyeke mezin da ye. Polîtîkayên bê cinsiyethiştinê ya ku Rojava jî dixwaze xwe jê rizgar bike, li welatê me mixalefet jê ra bûye parêzvan. Mesele tenê bi xiyaneta mixalefetê ra sînordar nîne, em bi bandorên neyênî yên usluba jiyanê ya çanda neolîberal ra jî rûbirû ne. Em di nava serdemeke wisa da ne ku malbat, avakirina malbatê, anîna zarokan, gelekî zêde tê hincirandin."

Serokomar Erdogan diyar kir ji bo zêdekirina nifûsê xwe gelek tevdîr hildane û bi cî anîne got, lê divê neyê jibîrkirin ku ev mesele ji xeynî teşwîqên madî hişmendiyeke medeniyetê ye.

Erdogan destnîşan kir êş û hêsirên çavan yên ji ber terorê herî zêde dilê jinan peritandiye û got Tirkiyeya bêyî terorê herî zêde wê feydeyê bide jinan.

Serokomar Erdogan diyar kir hûnê ji bo jinan hîn bibin ku rêzê ji sernixumandin, cilûbergê wan bigirin û baweriya xwe li qadên giştî cîbicî bikin û wiha got, "Ez îro qîmeta ku em didin bicîanîna Qanûna 6284an dîsa dubare dikim. Ne peyman, qanûn wê biparêze. Di serî da cîhana kar, perwerde û polîtîka, em rê nadin û emê nedin ku jin di warê destkeftiyan beropaş vegerin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın