Tirkiye

Serokomar Erdogan: Li herêma erdhejê em ê yek welatiyekî xwe jî nehêlin ku neketibe mala xwe

Ekip  | 06.02.2025 - Rojanekırın : 07.02.2025
Serokomar Erdogan: Li herêma erdhejê em ê yek welatiyekî xwe jî nehêlin ku neketibe mala xwe

Ankara

 Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, "Em li temamiya herêma me ya erdhejê xeta ava vexwarin, kanalîzasyon û ava baranê ku bi tevahî ji 11 hezar kîlomêtreyî zêdetir e, em bi temamî nû dikin."

Serokomar Erdogan li Hola Werzişê ya Midûriyeta Ciwanî û Werzişê ya Adiyemanê di "Bernameya Bibîranîna Erdhejên 6ê Sibatê ya Em Dibin Yek" da axivî.

Di axaftina xwe da Erdogan bal kişand ser mesrefa giran a erdhejên navend Kahramanmaraşê û wiha got, "Mesrefa giran a 'felaketa esrê' ji bo welatê me rasterast 104 milyar dolar e, nerasterast jî 150 milyar dolar e."

- "Ji bo yên digotin 'dewlet li ku ye?' me bersiva 'dewlet li cem gelê xwe ye' da"

Serokomar Erdogan bal kişand ku di dema erdhejên navend Kahramanmaraşê da yên li pey berjewendiya siyasî bûn û digotin 'dewlet li ku ye?' wan bersiva 'dewlet li cem gelê xwe ye' da û wiha dewam kir:

"Piştî ku turîstên erdhejê lêxistin çûn, me bi xebatên înşaet û vejînê yên ku tam 2 sal in li vir bi şev û roj didomin va rûyê dewletê nîşan da. Wê rojê kuçeyên me yên kavil bûbûn îro roj bi ken û rûdêmên hêvîdar ên zarok û ciwanên me kulîlk vedidin."

- "Em ê heta serê salê bi tevahî 453 hezar avahiyan çêkin

Serokomar Erdogan der heqê xebatên li herêma erdhejê tên kirin da jî wiha got, "Em ê heta serê salê bi tevahî 453 hezar avahiyan çêkin û tu welatiyekî me bê xanî û kargeh nehêlin. Em li temamiya herêma me ya erdhejê xeta ava vexwarin, kanalîzasyon û ava baranê ku bi tevahî ji 11 hezar kîlomêtreyî zêdetir e, em bi temamî nû dikin."

- "Li herêma erdhejê me 524 dibistan û 7 hezar û 500 pol çêkirin"

Serokomar Erdogan bal kişand ku li herêma erdhejê wan heta niha 524 dibistan û 7 hezar û 500 pol çêkirin û wiha dewam kir, "Jimara polên me derket 132 hezar û 168an. Em ê 1241 dibistanên nû û 19 hezar û 784 polan ava bikin, 3 hezar û 119 polan jî xurt bikin. Em ê kapasîteya polan ji beriya 6ê Sibatê zêdetir bikin."

- Balafirgeha Hatayê

Serokomar Erdogan der heqê xebatên li Balafirgeha Hatayê da jî wiha got, "Çêkirina pîsta ku 3 hezar mêtre dirêj e, dewam dike. Em pîsta nû ya ku balafirên mezin jî dikarin lê daynin, bi Hataya me didin qezenckirin."

Her wiha Serokomar Erdogan der heqê xebatên din da yên ku li herêma erdhejê tên kirin jî wiha got, "Wezareta Tenduristiyê li herêma erdhejê 110 tesîsên tenduristiyê ku 5588 nivînî ne temam kir, çêkirina 92 tesîsên tenduristiyê ku 5750 nivînî ne jî dewam dike. Li 11 bajarên me yên ku tesîra erdhejê li ser çêbû, me ji bo projeya 15 herêmên sanayiya organîze û 17 sîteyên sanayiyê 14 milyar û 755 milyon lire terxan kir."

- "Me di 2 salan da li 11 bajarî 30 milyar lire piştgirî da çandiniyê

Serokomar Erdogan bal kişand ku ew ê di 5 salên pêş me da ji bo kar û barên curbicur bi tevahî 250 milyon dolarî bidin cotkaran û wiha dewam kir, "Me di 2 salan da li 11 bajarî 30 milyar lire piştgirî da çandiniyê, ji bo ava vexwarin û avdêriyê 20 milyar lire veberhênan kir, em ê hê 46 milyar lireyî veberhênanê bikin."

Erdogan her wiha destnîşan kir ku ew li bendê ne ku mixalefet karê ji bo reklaman a di şaredariyan da xerc dike, ji bo xebatên veguherîna bajarî û amadekariyên erdhejê xerc bike û beşdarî xebatên wan bibe û wiha dewam kir, "Me xebateke mezin a çêkirin û vejînê ya ku hema bibêje tu welatekî din ê cîhanê nikaribin ji bin vî barî rabin di demeke kin a 2 salan da bi rê va bir. Serokên giştî yên partiya mixalefeta sereke beriya hilbijartinê hatin, sozê xaniyên bêpere dan, paşê jî pûç bûn û çûn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.