Tirkiye

Serokomar Erdogan li Stenbolê piştî nimêja înê bersiv da pirsên rojnamevanan

Ümit Türk, Gökçe Karaköse, Büşra Alakoyun, Kaan Bozdoğan  | 04.04.2025 - Rojanekırın : 06.04.2025
Serokomar Erdogan li Stenbolê piştî nimêja înê bersiv da pirsên rojnamevanan

Istanbul

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Xwedê tenduristî, sihet, afiyetê bidê. Çimkî hê gelek tiştên em bikin hene. Xwedê tenduristî, sihet, afiyetê bide dostê me Devlet Bahçelî. Niha dema min jê pirsî 'tenduristiya we çawa ye?" Bersiva 'ez pir baş im' da min."

Serokomar Erdogan li Stenbolê piştî nimêja înê bersiv da pirsên rojnamevanan

Erdogan bal kişand ser pêvajoya Tirkiyeya bêteror û got, "Niha pêvajoya ji bo Tirkiyeya bêteror weke me plan kiriye dimeşe. Tu kêşeyek tê da nîne."

Têkildarî banga boykotê ya piştî lêpirsînên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (IMM) hate kirin.

Serokomar Erdogan li ser banga boykotê ya piştî lêpirsînên li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) hate kirin wiha axivî:

"2yê nîsanê navendên bazarê weke dilê wan çênebûn, bi berovajî, tevgera li navendên bazaran hê zêdetir bû. Yên ku di warê aboriyê da li dijî gel kampanyayan diajon, gelê min li wan nabihure. Bi berovajî hê zêdetir, kirîn û firotinê dikin."

Serokomar Erdogan bal kişand ser serdana DYAyê û wiha got, "Niha me hê der barê serdana Amerîkayê da, tarîxek eşkere nekiriye."

Erdogan destnîşan kir ku bi telefonê digel Serokê MHPê Devlet Bahçelî ra axiviye û got, "Xwedê tenduristî, sihet, afiyetê bidê. Çimkî hê gelek tiştên em bikin hene. Xwedê tenduristî, sihet, afiyetê bide dostê me Devlet Bahçelî. Niha dema min jê pirsî 'tenduristiya we çawa ye?" Bersiva 'ez pir baş im' da min."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.