Tirkiye

Serokomar Erdogan piştî hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê vegeriya welêt

Kaan Bozdoğan  | 26.09.2024 - Rojanekırın : 26.09.2024
Serokomar Erdogan piştî hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê vegeriya welêt

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Serokomar Recep Tayyip Erdogan piştî hevdîtinên xwe yên li Amerîkayê ku ji bo beşdariya Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 79emîn çûbû, vegeriya welêt.

Balafira taybet "CAN" a Serokomar Erdogan û yên pê ra tê da bûn, di saet 09.30î da danî Balafirgeha Ataturkê.

Erdogan li balafirgehê ji aliyê Alîkarê Serokomar Cevdet Yilmaz, Waliyê Stenbolê Davut Gul, Wezîrê Ciwanî û Werzişê Osman Aşkin Bak û hinek rayedarên din va hat pêşwazîkirin.

Piştî pêşwazîkirinê, Serokomar Erdogan ji balafirgehê veqetiya.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.