Tirkiye

Serokomar Erdogan: Rêjeya enflasyonê dest bi kêmbûnê kir, Emê heta dawiya salê enflasyonê daxin asta hedefkirî

Serdar Açıl  | 16.07.2024 - Rojanekırın : 16.07.2024
Serokomar Erdogan: Rêjeya enflasyonê dest bi kêmbûnê kir, Emê heta dawiya salê enflasyonê daxin asta hedefkirî

Ankara

Serokomar Erdogan: "Ji meha borî û vir ve rêjeya enflasyonê dest bi kêmbûnê kir. Emê heta dawiya salê enflasyonê daxin asta hedefkirî."

Serokomar Erdogan: "Rezerva me ya brut a Bankaya Navendî ji 148 milyar dolarî derbas kir û rekora hemû deman şikand. Emê di her warî da bigihin cihên gelek çêtir."

Erdogan: "Her ku tesîrên Bernameya Maweya Navîn tên dîtin, kampanyayên ji bo tinekirina kadroyên me yên aboriyê zêde dibin. Ne em û ne jî gelê me dê prîmê nedin van êrîşan."

Serokomar Erdogan: "Çawa ku di skandalên Stenbol û Antalyayê de bêwijdanî kirin, di bûyera trajîk a Îzmîrê da jî heman helwesta bêberpirsiyariyê domandin."

Serokomar Erdogan: "Zarokekî me yê 5 salî li Stenbolê li parka zarokan jiyana xwe ji dest da. Herî dawî li Konaka Îzmirê jî me berdêla heman bêkêrî û xemsariyê da."

Serokomar Erdogan: "Armanca me ew e ku heta dawiya salê em 200 hezar xaniyan radest bikin. Beriya sala 2025an biqede, emê bihêlin ku teveka mexdûrên erdhejê bikevin xaniyên xwe."

Serokomar Erdogan: "Em di wê baweriyê da ne ku vekirina kulman bi fêde ye. Em ji dil hêvî dikin ku nakokî li ser maseya muzakereyê û bi diyalogê bên çareserkirin."

Serokomar Erdogan: "Tirkiye welatek e ku bi têkiliyên xwe yên erdnîgarî, mirovî, aborî û dîrokî nikare di nava blokê da bê eciqandin."

Erdogan: "Heta ku li Xezeyê û li ser axa Filistînê polîtîkaya tevkuştin, dagirkerî û qirkirinê ya Îsraîlê dewam bike, em ê helwesta xwe ya li hemberî wî welatî neguherînin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın