Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Şaredariyên ku herî zêde deynên wan hene, yên ku hertim CHP wan bi dest dixe ne"

Fırat Taşdemir  | 27.07.2024 - Rojanekırın : 27.07.2024
Serokomar Erdogan: "Şaredariyên ku herî zêde deynên wan hene, yên ku hertim CHP wan bi dest dixe ne"

Ankara

Serokomar Erdogan: "Şaredariyên ku herî zêde deynên wan hene, yên ku hertim CHP wan bi dest dixe ne. Ji wê wêdetir şaredariyên ku derbasî CHPê bûne deynên wan qat qat zêde dibe."

 "Bi reqemên rojane me bi giştî 2 milyar û 687 milyon lîre veberhênan li Ayderê kir û me ew gihand bedewiya wê ya berê."

 "Înşaeta Bendera Lojistîk a Îyîdereyê ya Rîzeyê ji sedî 50î derbas kir. Em plan dikin projeya ku lêçûna wê digihije 6,4 milyar lîreyî, di 2026an da biqedînin."

 "5 şaredariyên herî zêde deyndarê SGKyê yê CHPê ne. Ji 96 milyar lîre deynê SGKê jê 65,1 milyar lîre, ango ji sedî 68 yê şaredariyên CHPê û şirîkên wê ne."

 "Serokê giştî yê wan ê berê, di serdema rêveberiya xwe ya giştî da SGK li topê xistibû. Şaredarên wan jî mîrata xirap a Kiilçdaroglu didomînin."

 "(Deynên SGKê yên li şaredariyan) Bibîrxistina deynên wan, bi awayekî ber bi çav CHP xist mitaleyê. Hevsengiya wan têk çû, behetî ne."

 "Pêşniyaza min ji bo Serokê CHPê; bila pêşî dersa xwe baş rewa bike, pişt ra, bila enerjiya xwe ji bo dayîna mafê gel xerc bike, ne ji bo reva ji dayîna deynan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın