Tirkiye

Serokomar Erdogan: "Şaredariyên ku deynê wan herî zêde ye, şaredariyên daîm dikevin destê CHPyê ne"

Orhan Onur Gemici  | 27.07.2024 - Rojanekırın : 27.07.2024
Serokomar Erdogan: "Şaredariyên ku deynê wan herî zêde ye, şaredariyên daîm dikevin destê CHPyê ne"

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, "Şaredariyên ku herî zêde deynên wan hene, yên ku hertim CHP wan bi dest dixe ne. Ji wê wêdetir şaredariyên ku derbasî CHPyê bûne deynên wan qat qat zêde dibe."

Erdogan li Rîzeyê li Meydana Merasimê ya Walîtiya Rîzeyê di merasima vekirinên komî û teslîmkirina mifteyên avahiyên hatine temamkirin da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir bi reqemên rojane bi giştî 2 milyar û 687 milyon lîre veberhênan li Ayderê kirine û got ku me ew gihand bedewiya wê ya berê.

Erdogan diyar kir înşaeta Bendera Lojistîk a Îyîdereyê ya Rîzeyê ji sedî 50î derbas kiriye û wiha got, "Em plan dikin projeya ku lêçûna wê digihije 6,4 milyar lîreyî, di 2026an da biqedînin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir 5 şaredariyên herî zêde deyndarê SGKyê yê CHPyê ne û got ku ji 96 milyar lîre deynê SGKyê jê 65,1 milyar lîre, ango ji sedî 68 yê şaredariyên CHPê û şirîkên wê ne.

Erdogan diyar kir şaredariyên ku deynê wan herî zêde ye, şaredariyên daîm dikevin destê CHPyê ne û wiha axivî, "Şaredariyên ku herî zêde deynên wan hene, yên ku hertim CHP wan bi dest dixe ne. Ji wê wêdetir şaredariyên ku derbasî CHPyê bûne deynên wan qat qat zêde dibe."

Serokomar Erdogan destnîşan kir serokê wan yê giştî yê berê di serdema rêveberiya xwe ya giştî da SGK li topê xistibû û wiha peyivî, "Şaredarên wan jî mîrata xirap a Kiliçdaroglu didomînin."

Erdogan der barê deynên SGKyê yên li şaredariyan da wiha got, "Bibîrxistina deynên wan, bi awayekî ber bi çav CHP xist mitaleyê. Hevsengiya wan têk çû, behetî ne. Pêşniyaza min ji bo Serokê CHPyê; bila pêşî dersa xwe baş rewa bike, pişt ra, bila enerjiya xwe ji bo dayîna mafê gel xerc bike, ne ji bo reva ji dayîna deynan."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın