Tirkiye

Serokomar Erdogan:Serokatiya Trump ya li Amerîkayê wê bandorê li hevsengiyên siyasî û eskerî yên li Rojhilata Navîn bike

Ferdi Türkten  | 08.11.2024 - Rojanekırın : 08.11.2024
Serokomar Erdogan:Serokatiya Trump ya li Amerîkayê wê bandorê li hevsengiyên siyasî û eskerî yên li Rojhilata Navîn bike

Ankara

 Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Serokatiya Trump ya li Amerîkayê wê bandoreke berbiçav li hevsengiyên siyasî û eskerî yên li Rojhilata Navîn bike."

Erdogan di vegera serdana xwe ya ji Qirxizistan û Macaristanê da di balafirê da bersiv da pirsên rojnamevanan û derbarê rojevê da axivî.

Serokomar Erdogan bal kişand ser ji bo serokatiya Amerîkayê jinûvahilbijartina Donald Trump û wiha got, "Bi ya min Trump ezmûneke dijwar baş û xweş derbas kir. Di encamê da jî di hilbijartinê da bi ser ket. Serokatiya Trump ya li Amerîkayê wê bandoreke berbiçav li hevsengiyên siyasî û eskerî yên li Rojhilata Navîn bike."

Erdogan diyar kir ku axaftineke dilsoz digel Trump kiriye û wiha peyivî, "Bi malbata xwe ra li xwarina şîvê bû. Me behsa pêvajoya hilbijartinê û hevkariya Tirkiye-Amerîkayê kir. Ji bo pêvajoya di pêş da gotinên wî yên baş derbarê Tirkiyeyê da çêbûn. Me ew vexwend welatê xwe. Ez hêvîdar im ku vexwendina me bibersivîne."

Serokomar Erdogan ji bo meseleya Filistînê got, "Di serî da meseleya Filistînê û qeyrana Rûsya-Ukraynayê em bi gelek ezmûnan ra rû bi rû ne. Bi hevkariya Tirkiye û Amerîkayê pêkan e ku ev bên çareserkirin. Trump soz daye ku pevçûnên Îsraîlê daye destpêkirin bi dawî bîne. Em dixwazin ku ev soz bi cî were û ji Îsraîlê ra bibêjin 'bisekine'. Bi mebesta sekinandina êrîşkariya Îsraîlê ya li Filistîn û Libnanê, heke birêz Trump piştevaniya xwe ya çekan a ji bo Îsraîlê qut bike, wê ev bibe destpêkeke baş."

Erdogan bal kişand ser meseleya Rûsya û Ukraynayê û wiha axivî, "Heke di serdema Trump da em rêveberiyeke Amerîkayê ku bi perspektîfa çareseriyê nêzîkî mijarê bibe, bibînin, em dikarin bi asanî vê cengê biqedînin. Di serdema serokatiya wî ya berê da jî em bi birêz Trump ra xebitîn. Herçend car bi car dijberiya fikrî di nava me da çêbûbe jî hevkariya mînak ya Tirkiye û Amerîkayê nayê nîqaşkirin. Di serdema nû da emê têkiliya xwe digel Trump bidomînin û pêşhatên Rojhilata Navîn bi dîplomasiya têlefonê gotûbêj bikin. Em dewletek in ku me herdu alî li dora heman maseyê civandin. Me ev gelek caran kir, em dîsa dikarin bikin. Divê êdî ev ceng biqede."

Serokomar Erdogan derbarê Trump da wiha pê da çû, "Em hêvî dikin di serdema duyem ya birêz Trump da serdemeke bi aşitî û aramiya mayînde tijî bê avakirin. Em alîgirê aşitî û aramiyê ne. Domandina polîtikayên serdema Bîden ewê aloziya li herêmê kûrtir bike û bibe sedema belavbûna têkdadanê. Em qet vê naxwazin."

Erdogan li ser têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ra got, "Bi YEyê ra bêyî ku em li bariyerên siyasî bialiqin, em alîgirê şêweya têkiliya li ser şert û mercên wekhev in. Em hêvîdar in bi YEyê ra ew wextê hat zayîkirin, telafî bibe."

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku hilbijartîbûn wî mafî nade ku kesên hatine hilbijartin bi terorê ra mil bi mil tevbigerin û wiha got, "Erka siyasetmedaran ew e ku xizmeta gelê xwe bikin, ne xizmetkirina serkirdeyên terorê ye. Emê qet çavên xwe ji wê yekê ra negirin ku derfetên gelê me ji bo baronên terorê yên li Qendîl û Ewropayê yan jî pêkhateya bajêr a terorê ra bên pêşkêşkirin. Ji ber ku daraz karê xwe dike divê mixalefet zextê neke. Gefxwarina li dozgeriyan û heqerata dijî wan eşqiyatî ye. Heger şaredariyên CHPyê çavkaniyên dewletê beredayî badilhewa bikin û hewcedariyên gel bi cî neynin helbet wê hesab bê pirsîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.